• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Stenbolê di navbera tirkan û penaberên Sûrî de şer derket

Gulan Media February 10, 2019 Nûçe
Li Stenbolê di navbera tirkan û penaberên Sûrî de şer derket
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê penaberên Sûrî û komek welatiyên Tirkiyê li hev dan, herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Şeva borî li taxa Esenyurt ya Stenbolê, di navbera komek penaberên Sûrî û welatiyên Tirkiyê de şer derkert.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku bi kêran û daran li hev didan, herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Heta niha nayê zanîn sebeba wî şerî çi bûye.

Li Tirkiyê derdora 3 milyon Sûrî hene ku ji ber şer koçberî wî welatî bûne. Ji wan penaberan, nîv milyon li Stenbolê dijîn.

Basnews
Top