Li Stenbolê di navbera tirkan û penaberên Sûrî de şer derket
Şeva borî li taxa Esenyurt ya Stenbolê, di navbera komek penaberên Sûrî û welatiyên Tirkiyê de şer derkert.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku bi kêran û daran li hev didan, herî kêm 6 kes birîndar bûn.
Heta niha nayê zanîn sebeba wî şerî çi bûye.
Li Tirkiyê derdora 3 milyon Sûrî hene ku ji ber şer koçberî wî welatî bûne. Ji wan penaberan, nîv milyon li Stenbolê dijîn.
Basnews
