• Sunday, 15 February 2026
logo

Welatiyekî Kurd li Kerkûkê hat kuştin

Gulan Media February 10, 2019 Nûçe
Welatiyekî Kurd li Kerkûkê hat kuştin
Li Kerkûkê li taxa Şorbecî ya Kerkûkê welatiyekî Kurd bi navê Selam Mihemed ji aliyê grûpeke çekdar ve hat kuştin.

Kesekî nêzîkî Selam Selam Mihemed ji K24ê re got, berî demekê grûpeke Heşda Şeibî xwast xaniya wan dagîr bike, dema ew çûne bi wê grûpê re wê pirsgirêkê çareser bikin, çekdaran teqe li wan kir û Selam Mihemed hat kuştin.

Got jî: Em wek Kurd desthilata me li bajêr nîn e, em rastî zulmê tên û nikarin berevaniyê lixwe bikin.

Li gor zanyariyan, ew welatiyê Kurd Selam Mihemed bavê 5 zarokan e.
Top