Rojnameyekî Lubnanî: Elî Sîstanî red kiriye pêşwaziyê li Berhem Salih bike!
Li gor nûçeya rojnameya Exbar a Lubnanê ku nêzîkî Hizbullahê ye, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî daxwaz kirine ku merciya bilind a şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî bibînin.
Li gor heman rojnameyê her sê serokatiyên Iraqê hewl dane di hevdîtinê de razîbûna merciya bilind a şîeyan û rewabûna desthilata xwe ji wê merciyê bidest bixin, lê Sîstanî amade nebûye pêşwaziyê li wan bike.
Basnews
