Stenbol.. Qurbaniyên avahiya herifî gihîşt 21 kesan
Li Stenbol li navçeya Kartalê, beriya 4 rojan avahiyek ji binî ve harifî û li gorî vekolînan 35 welatî di bin avahiyê de mabûn.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: Li gorî vekolînên me 34-35 kes di bin avahiyê de mabûn, ji wan 21 kes mirî û 14 kes jî birîndar me derxistine, vekolîn berdewam dike.
Welatiyên Stenbolê jiber tirsa erdhejê û nesaxlemiya binesazîyê ya bajêr, ev çend sal in di nava metirsiyê de dijîn.
K24
