• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka hêzeke zêdetir dişîne sînorê Iraqê

Gulan Media February 10, 2019 Nûçe
Amerîka hêzeke zêdetir dişîne sînorê Iraqê
Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Enbarê aşkere kir, karwaneke otombîlên leşkerî yên Amerîkî gihîşt navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de û li wir bicih bûn.

Li gor nûçeya ajansa “Anadolu”, ew hêz 490 K.M li rojavayê Enbarê li navçeyên sînorî yên di navbera Iraq, Sûriye û Urdinê de bicih bûye.

Ji aliyekî din ve efserekî artêşa Iraqê da zanîn, ew hêza Amerîkî ji binkeya Erîn Esed 30 K.M li rojavayê Rumadî ber bi navçeya Tinifê çûye.

Ew jêder amaje bi wê dike, bicihbûna wê hêzê hevdem e ligel dawî operasyona HSDê ya kontrolkirina dawî rûbera di destê DAIŞê de li navçeya Baxoz a başûrê rojhilatê Dêrazorê ye.

Ta niha desthilatdarên Iraqê û rêveberiya Amerîka ti daxuyaniyek derbarê tevgera wê hêza Amerîkî belav nekirine.

K24
Top