Mûna Qehweçî: Lîsteyên tirkmenan li benda şanda PDKê ne
Parlementera Partiya Çeksazî û Pêşketinê ya Tirkmenan Mûna Qehweçî, ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir her çar lîsteyên tirkmenan li benda şanda PDKê ne bo ligel PDKê bicivin. Herwiha heta aniha wan ti kes bo cîgirê serokê parlementoyê kandîd nekiriye.
Mûna Qehweçî da zanîn ku yek ji namzedê tirkmenan ew e û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste ew posta yê tirkmenan. Qehweçî wiha axivî: “Bi pêwîstî dizanim wê posta bidin tirkmenan bo rengîniya Herêma Kurdistanê ew pêwîst e. “
Basnews
