Balyozê Ispanya: Em rêzê li têkoşîna gelê Kurdistanê digrin
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Ispanya yê Iraqê Juan José Escobar Stemmann û şanda ligel kir.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Ispanya û Kurdistanê û herweha pêşhateyên herêmê hatin nirxandin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê ji bo alîkariya gel û hukmeta Ispanyayê bo Kurdistanê spasiyên xwe araste kir û diyarkir, ku ligel Ispanya pêwendiyên baş hene. Herweha xwestyar in, ev pêwendî her ber bi pêş ve biçin.
Balyozê Ispanya yê Iraqê Juan José Escobar Stemmann jî anî ziman ku: “Gelê Kurdistanê berdêlek mezin di şerê terorê de da û xwedî têkoşînek rêzdar e. Ispanya rêzê li hewlên gelêî Kurdistanê û têkoşîna wî digre. Herweha Madrid daxwaz dike pêwendiyên Ispanya û Kurdistanê di hemû waran de pêşbikevin”.
Di hevdîtinê de, liser hewlên pêkanîna Kabîneya Nû ya Hukimeta Herêma Kurdistanî jî hate rawestandin.
