Parêzgarê bi Wekalet ê Kerkûkê: Haya me ji mijara vegera Pêşmerge nîne
Parêzgarê bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî piştî cîvina Meclîsa Erebên Kerkûkê konferanseke rojnamevanî saz kir û ragihand ku ew dixwazin asayişa Kerkûkê ji aliyê hêzên federal ve were pêkanîn.
Rakan Seid Cibûrî di bersiva pirseke nuçighanê Rûdawê de got, haya wan ji mijara vegera Pêşmerge nîne û ev sal û nîveke rewşa Kerkûkê parastî ye.
Cubûrî wiha got: “Em ji ti tiştekî nehatine agahdarkirin. Weke hûn dizanin helwesta me zelal e, divê pirsên emnî yekgirtî bin, di roja yekê de helwesta me hebûye. Hêzên federal di sal û nîvekê de piştrast kirin ku karên xwe pîşeyî dikin. Em ne agahdarin û ti rêkeftinek di wê derbarê de tune ye.”
Parêzgarê bi Wekalet ê Kerkûkê herwiha got: “Bi baweriya min, nûçeyên derbarê rewşa emnî nerast in, em rewşê bi hebûna bûyeran berawird dikin, bûyerên rewşa emnî ya terorkirina xelkê kêm bûye, derbarê DAIŞê jî, hemû dizanin li başûrê Kerkûkê bi kom û grûp hene.”
Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî duh behsa wê yekê kir ku hinek senger hatine destnîşankirin, Pêşmerge amade ye û li benda fermana vegerê ye.
Rudaw
