Operasiyona dawî tê li darxistin
Li gor daxuyaniha HSDê, hêzên HSDê bo destpê kirina operasiyona dawî ya li dijî bermayiyên DIŞIê li gundewarên Dêra Zorê, dest bi amadekariyên xwe kirine.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku vê di demeke nêz de operasiyon were destpêkirin û ev deverên ku di destê terorîstên DIŞIê de mane werin azadkirin.
Herwiha HSD belav kiriye ku şêniyên wan deveran ku niha di destê DIŞIê dane hawara xwe gehandine HSDê û daxwaz dikin ku wan ji destê terorîstên DIŞIê rizgar bike.
