• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiyê hêzê dişîne ser sînorê Idlibê

Gulan Media February 9, 2019 Nûçe
Tirkiyê hêzê dişîne ser sînorê Idlibê
Karwanekî leşkerî yê Artêşa Tirkiyê li gel hejmareke mezin ya wesayîtên zirîpoş ji bo bicihkirina wan li sînor, ji bo navçeyên sînorî hatin şandin.

Şeva bûrî 08-02-2019am hejmarek wesayîtên leşkerî û tîmên Komando yên Artêşa Tirkiyê gihiştine bajarê Kilîsê.

Tîmên Komando û karwanê wesayîtên zirîpoş di bin rêkarên tund ên ewlehiyê de bi mebesta bicihkirina wan li gel yekeyên leşkerî li ser sînorê Sûriye, ber bi deriyê sînorî yê Oncupinar hatin şandin.

Ev dema hefteyekê ye ku liv û tevgera hêzên leşkerî ya Artêşa Tirkiyê bi rêya şandina hêzê bo ser sînor zêde bûye.

Waar.tv
Top