Pêşmerge vedigere Kerkûkê
Dayîka Şehîd Hîşam li nav yek ji taxên bêxizmetguzarî yên Kerkûkê bi awayekî berdewam li benda hatina termê kurê xwe yê şehîd û hevalên wî ye, ku kurê wê yek ji wan pêşmergeyên şehîd e ku DAIŞê di sala 2015an de li Hewîceyê ew şehîd kir.
Niha li Tilwerd, Mekteb Xalid û li beşeke din a sengerên Pêşmerge, hêzên Heşda Şeibî û Polîsê Federalî têde ne. Lê hevahengiya navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge gihiştiye asteke ku wisa tê çaverêkirin hefteya bê, sengerên Pêşmerge werin diyarkirin.
Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî behsa wê yekê dike ku hinek senger hatine destnîşankirin, Pêşmerge amade ye û li benda fermana vegerê ye.
Nûrî Heme Elî dibêje: “Lijneyên bilind ên navbera herdu aliyan, xal û sengerên Pêşmerge yên li vê deverê destnîşan dikin, ez bawer im beşek ji wan hatine diyarkirin.”
Liv û tevgerên DAIŞê li deverên veqetiyayî û hebûna valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, bi taybetî jî li Xaneqînê, hêzên Iraqî neçar kiriye ku daxwaza vegera Pêşmerge bikin.
Fermandarê Lîwaya 3 ya Piyade ya Hêzên Pêşmerge Dilêr Şikûr dibêje: “DAIŞ bi kom û mefreze ve bûye hêz, li hinek cihan 50 heta 100 kes dibin, ji 2018an ve 46 êriş birine ser hêzên Iraqî.”
Vegera Pêşmerge, danîna parêzgarekî Kurd bo Kerkûkê, paşvekişîna Heşda Şeibî û vegerandina postên jidestçûyî yên Kurdan, li gel valakirina baregehên PDKê, mijarên herî giring in ku Kurd û hikûmeta Iraqê li ser wan li hev kirine ji bo asayîkirina rewşa deverên veqetiyayî di nav şeş mehan de, lê vegera Pêşmerge destpêk e.
Rudaw
