Amerîka: Nabe HSD rastî êrîşa leşkerî bê
Cîgirê Berdevkê Wezarerta Derve ya Amerîkayê ragihand, Waşington dilgiraniyên Tirkiyê yên di warê ewlehiyê de bi ciddî werdigire û berpirsên Waşingtonê derbarê vê mijarê de li gel Enqerê di nava pêwendî û gotûbêjê de ne.
Robert Paladîno da xuyakirin, danûstandinên ciyawaz di navbera berpirsên Amerîka û Tirkiyê de birêve diçin, weke civîna roja Sêşemiyê ku li wezareta derve ya Amerîkayê li Waşingtonê birêve çû.
Paladîno herwiha da zanîn, ku berpirsên pilebilind ên Amerîkayê ji serokê welat heta berpirsên din ligel hevparên xwe yên Tirkiyê, derbarê vekişandina hêzên Amerîka ji bakur û rojhilatê Sûriyê de û parastina seqangîriya deverên azadkirî de axivîn.
Cîgirê Berdevkê Wezarerta Derve ya Amerîkayê herwiha tekez kir, ku nabe HSD rûbirûyê êrîşa leşkerî were, bi taybet pêkhateya Kurd a nav HSDê.
Tirkiye demeke dirêj e ku gefa encamdana êrîşeke berfireh li dijî hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe. Bi tyabet jî piştî ku Serokê Amerîkayê, Donald Trump biryara vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê eşkere kir, egera lidarxistina operasyona serbazî ya Tirkiyê li herêmê derbasî qonaxeke ciddîtir bûye.
Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêkhateya sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, weke baskê Partiya Karkerên Kurdistanê li Sûriyê dibîne û wê weke grûpeke terorîstî bi nav dike, lê belê YPGê wê yekê red dike.
HSD li Rojavayê Kurdistanê û bakuê Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike û Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî piştgiriya wê dikin
Rudaw
