Hevpeymaniya Ebadî ji ber Kurdan peyameke tund dide Ebdulmehdî
Serkirdeya Hevpeymaniya Hevpeymaniya Ebadî Neda Şakir ji medyaya Iraqê re ragehand ku, nabe Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ew serderiya Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li gel Herêma Kurdistanê dikir, ji navbibe û biguherîne.
Serkirdeya Hevpeymaniya Hevpeymaniya Ebadî got jî ku, dayîna mafên zêdetir ji wan mafên ku, Ebadî dabûn Herêma Kurdistanê dê bibe sedema ku, parêzgehên din jî hewla herêmkirinê bikin.
Wê serkirdeya hevpeymaniya Nesr ku, Heyder Ebadî serokatiya wê dike dijayetiya hevpeymaniya xwe ji rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê vegerandina Hêzên Pêşmerge bo Kerkûk nîşanda û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şeibî û aloziya pêwendiyên Hewlêr û Bexda ji destkeftên Serokwezîrê berê Heyder Ebadî dît.
Herwiha Neda Şakir rexne li hevpeymaniya Saîrûn kir û dilgiraniya xwe ji wan aliyên siaysî jî girt ku, posta Serokwezîr diyarî Adil Ebdulmehdî kir.
Basnews
