• Sunday, 15 February 2026
logo

Meşan Cibûrî: Serok Barzanî nakokiyên navçeyê bo serkeftina gelê xwe guherand

Gulan Media February 8, 2019 Nûçe
Meşan Cibûrî: Serok Barzanî nakokiyên navçeyê bo serkeftina gelê xwe guherand
Parlamenterê berê yê Iraqê Meşan Cibûrî ragehand, wan kesên didîtin ku, rêgirtina li ber serxwebûna Kurdistanê dê rola Serok Barzanî kêm bikin şaş bûn, ji ber ku, Serok Barzanî nakokiyên navçeyê bo serkeftina gelê xwe guherand.

Parlamenterê berê yê Iraqê Meşan Cibûrî li ser rûpela xwe ya Tiwîterê derbarê Serok Barzanî got ku, tevî ku, gelê kurd dengê belê ji Serxwebûnê re da hinkan didîtin ji pêkanîna wê serxwebûnê dikarin rola Serok Barzanî lawaz bikin, lê Serok Mesûd Barzanî karî milmilaniya di navbera Amerîka û Îranê de ji aliyekê ve û di navbera Şîyan li ser desthilatê ji aliyeke din ve serkeftin ji gelê xwe bi destxist.

Herwiha Cibûrî di nivîsa xwe got ku, Serok Barzanî rê neda Heyder Ebadî careke din bibe Serokwezîrê Iraqê û derbarê bûdceyê jî destkeftek ji gelê xwe re bidest xist.

Basnews
Top