• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan: Ligel Amerika em negihiştine tu rêkeftinê

Gulan Media February 8, 2019 Nûçe
Erdogan: Ligel Amerika em negihiştine tu rêkeftinê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li Qesra Serokomariyê li gel Konseya Amerika-Tirk kom bû û axaftinek kir.

Erdogan, balkêşa ser pêwendiyên Amerika û Tirkiyê û got: Di derbarê Bakurê Surîyê de, em ligel Amerika ne gihiştine çi rêkeftinan, lê gotûbêjên wan berdewam dikin.

Erdogan balkêşa ser deverên aram û got: Ev pêşniyaze ji alî wî ve hati bû pêşniyar kirin, lê heta niha Hêzên Hevpeyman jî di nav de, bê alîkari man e.

Recep Tayip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

“Di serdema Serokatiya Obama de, min babeta cihên bi Ewle bo penaberan anî ziman. Min pêşniyar kir.

Min got: Li deverên aram û ewle, bajarên container werin saz kirin û penaber li ser xaka xwe, werin bi cîh kirin.

Tirkiyê bes ji bo penaberan 35 Milyar dolar pere xerç kirîye. Bes ji bo penaberan 1 Milyar û 75 Milyon Ewropa ji Yekitiya ewropa hatiye.

Ev pêşniyaza me jibo deverên ewle hêzên hevpeyman û hevkarên me yên stratejîk çi bersiv nedan.

Heşta jî, gotûbej di derbarê avakirina van deverên ewlede, berdewam dikin”.

K24
Top