• Friday, 20 February 2026
logo

Li Stenbolê 2 jin mirî hatin dîtin

Gulan Media January 9, 2023 Civakî
Li Stenbolê 2 jin mirî hatin dîtin

Li navçeya Kartalê ya Stenbolê di malekê de 2 jin mirî hatin dîtin. Piştî lêkolînên destpêkê yên polîsan derket holê ku Mustafa P. yê bi birîndarî çûye nexweşxaneyê, ew 2 jin kuştine.

Polîsên ku li ser îxbarekê li taxa Cumhuriyetê ya Kartalê ketin qata yekem a avahiyeke 4 qatî, li rastî cenazeyên jinên bi navê Dîlara Gultay a 23 salî û Cansu Demîrel a 30 salî hatin.

Li gorî nûçeya DHAyê Mustafa P. 24 salî yê ku di heman demê de ji ber ku hewla xwekuştinê daye û çûye nexweşxaneyê gotiye ku wî ew her du jin kuştine.

Polîsan diyar kir ku Mustafa P. piştî kuştina 2 jinan hewl daye xwe bikuje.

Hate diyarkirin ku mirovên Dîlara Gultay a ku li noterê katibiyê dike û Cansu Demîrel a di kompanyayeke elektronîk de dixebite duh serlêdana polîsan kirine û diyar kirine ku ew winda ne.

Mustafa P.yê ku li xwaringehekê dixebitî berê jî bi tohmeta “birîndarkirina bi zanebûn” hatiye girtin, di lêgerîna ku li malê hat kirin de madeyên hişbir, jehra mişkan, dermanên şîzofreniyê û derziyek hatin dîtin.

Hat destnîşankirin ku cenazeya Dîlara Gultay di hemamê de hat dîtin û cenazeya Cansu Demîrel a ku di qirika wê de birîn hebûn jî li salonê hat dîtin.

Lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de berdewam dike, heta niha sedema mirina jinan nehatiye eşkerekirin.

 

Rudaw

Top