• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftinê

Gulan Media February 7, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftinê
Îro Çarşemê 6.2.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Operasyonên Taybet ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson û şanda li gel kir.

Di wê hevdîtina de pêşhateyên dawî yên navçeyê bi giştî û qonaxên şerê teroristan gotûbêjkirin, herwiha rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê jî, Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî da ku, pêwîste hêz û aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftin û hevtêgihîştina hevbeş li ser tevahiya pirsan ji bo di guhartinan de mafên gelê Kurd bêne bicihkirin.

Her di wê hevdîtinê de, tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û ronî hate xistin ser mîkanîzma rêgirtina li geşekirina zêdetir a grûpên terorist li navçê.

K24
Top