Pêşmerge û artêşa Iraqê Odeya Operasyona Hevbeş pêk tînin
Di civînekê de navbera şandên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê de ku li Hewlêrê birêve çû, deriyekî nû li pêş çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de mayî vekir. Serokerkanê Artêşa Iraqê jî dibêje, her du alî di wê baweriyê de ne ku ji bo parastina rewşe ewlehiyê li navçeyên cihê nakokiyê ne pêwîstiya wan bi hev heye.
Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Xanimî ji K24ê re got: “Hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye û hevahengiya temam di navbera me de heye. Di demên bê de ev komît dicivin ji bo hemû xaka Iraqê biparêzin. Me riyeke dirêj biriye û kêm maye, di demên bê de Odeya Operasyona Hevbeş pêk tînin.”
Ev geşbînî ne tenê ji aliyê Iraqê ve ye, ji ber ku ji axaftina Emîndarê Wezareta Pêşmerge ve diyar dibe, niha Bexda û Hewlêr hevnerîn in bi awayekî ku karîn li ser nexşerêyeke çareserkirinê lihev bikin.
Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re got: “Wezareta Bervaniyê ya Iraqê bixwe hatine pêş ku em beşdar bin di parastina wan navçeyan ji gefê DAIŞê.”
Herwiha got: “Aliyê Iraqî amade ye wê makînizmê li ser çend qonaxan bicih bikin. Qonaxa yekem diyarkirina navçeyan e, qonaxa duyem diyarkirina hêzên ji Pêşmerge û artêşa Iraqê yên li wan navçeyan bicih bibin e û navendên hevahengiyê diyar dikin.”
Li gor zanyariyên K24, biyar e di çend rojên bê de careke din her du şandên Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Bexdayê dicivin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, yekem car e Wezareta Bergîriyê ya Iraqê bi vî awayî bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re dicive.
K24
