Yildirim: HDP ti deman li gel AK Partiyê nebûye
Di bernameyeke taybet a televîzyonî de, berbijêrê AK Partiyê yê bo serokatiya Şaredariya Bajarê Mezinê Stenbolê, Binalî Yildirim ku hevdem serokê parlamentoya Tirkiyê ye jî, behsa planên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û rexne li wê partiyê û bernameyê wê girt.
Yildirim got: “HDPê li Stenbolê berbijêr nînin. Ti deman li gel me nebû û hemû deman li gel CHPê bû. Niha jî ku mirov berbijêrên HDPê yên li navçeyan bidî ber çavan, diyar dibe ku helwêsta HDPê çî ye”.
Yildirim derbarê helwêsta Kurdên Stenbolê de jî ku ew demeke bûye rojev, got: “Bila ti kes wiha hesab neke ku dengê Kurdan di berîka wan de ye. Kê xizmeta Stenbolê û Stenboliyan dike, ew dê dengan bibe, bila wiha bifikire”.
AK Partî û MHPê ji bo hilbijartinên şaredariyan hevpeymaniyek bi navê Hevpeymaniya Cumhur pêk anîne. Herwiha CHPê û ÎYÎ Partiyê jî bi Hevpeymaniya Millet beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin.
Li aliyekê din, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel heft partî û aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniyek pêk aniye û di bin sîwana HDPê de bi hev re tevlî hilbijartinên şaredariyan dibin.
Biryar e hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 31ê Adara îsal de bê lidarxistin.
Rudaw
