Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Sirîlanka li Iraqê kir
Îro danê sibê Şîretkarê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Sirîlanka li Iraqê, Nirancan Aran Sînga û şanda pê re kir.
Encumena Asayişa Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, di civînê de, ku konsûlê fexrî yê Sirîlanka yê Hewlêrê jî beşdar bibû, balyozê Sirîlanka ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo Sirîlanka girîng e û gotiye, ew aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye her wiha girîngiya pêgeha wê dibe sebeb ku Sirîlanka girîngiyê bide Herêma Kurdistnaê.
Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî jî tekestî li ser bihêzkirin û berfirehkirina pêwendiyên Kurdistan û Sirîlanka kiriye û gotiye, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Sirîlanka û hemû welatên cîhanê re kûrtir û berfirehtir bike.
Basnews
