Lêkolînerekî Amerîkî di pirtûka “Xiyaneta Mezin” de behsa piştkirina Amerîka li Kurd dike
David Phillips di pirtûka xwe de behsa siyasetên Amerîka yên li hember Kurd û Kurdistanê dike. Nivîskar bi taybet behsa bûyerên piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an dike û dibîne ku di 16ê Cotmehê 2017an de Amerîka li hember dagîrkirina Kerkûk û navçeyên din bêdengî hilbijart, bi vê yekê jî xiyanetî li Kurdistanê kir.
Wek nivîskarê Amerîkî di pirtûka xwe de behsa dike, her van hokaran hîşt ku berjewendiyên Amerîka li navçê ziyaneke mezin bibîne.
Nivîskar di wê baweriyê de ye, ku divê Washington bi piştevanîkirina aşkeretir li Kurdistanê û berevaniya li Kurd, wan kêmaniya çareser bike.
Lêkolîner Amerîkî David Phillips derbarê siyasetên rêveberiya welatê xwe li hember Kurd ji K24ê re got: Divê Amerîka hêzên Kurdî li Sûriye û Iraqê ku li kêlek wê şerê DAIŞê kirine biparêze û take hevpeymaniyê Amerîka yê bibandor li Iraqê jî Kurd bûn.
Basnews
