• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bersiv da Trump

Gulan Media February 6, 2019 Nûçe
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bersiv da Trump
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide “dîktator, qesab û tundrawên” Rojhilata Navîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Kongreyê da axivîbû û Îran kiribû hedef. Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da gotinên Trump.

Zerîf di parvekirina xwe da wiha got:

“Donald Trump me sûcdar dike, lê hemwelatiyên me yên cihû jî tê da hemû Îranî digel zextên Amerîkayê pêşketina xwe ya 40 salî pîroz dikin. Dijminiya ku Amerîka (ji Îranê ra) dike bûye sedema piştgiriya wê ya dîktator, qesab û tundrawên ku herêma me talan kirin.”

Serokê Amerîkayê Trump di axaftina xwe ya duyamîn a “Rewşa Yekîtiyê” da biryara vekişîna ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra parastibû û wiha gotibû, “Ew ê destûrê nedin ku Tehran mitefîqên Amerîkayê yên li herêmê û cihûyan tehdîd bike.”

Waar.tv
Top