• Sunday, 15 February 2026
logo

PDK û YNKê li ser çend xalan lihev dikin

Gulan Media February 5, 2019 Nûçe
PDK û YNKê li ser çend xalan lihev dikin
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre naveroka civîna PDK û YNKê di konferanseke rojnamevanî de aşkere kir.

Pîre got: Piştî guftûgoyên şanda bilind a PDK û YNKê li ser pêngavên kirdarî bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê, me lihev kir ku di rojên bê de komîta nivîsandina projeyên siyasî dest bi kar bike û heta navîna hefteya dahatî de projeya siyasî û kerê hevbeş amade bikin û dibin her du polîtburoyan ji bo rêkeftin li ser bê kirin.”

Got jî: Ew reşnivîsa siyasî jî diyarkirina çarçoveya karê bi hev re ya YNK û PDKê di çarçova hikûmeta Herêma Kurdistanê de û pênaseya rastî ya hevbeşiyê dike û di warên abor, bazirganî, darayî, petrol û wize, bergîrî û Pêşmerge û awayê tevgera wan de ye. Ew reng dide li ser ewlehî û hikûmraniyê ji Zaxo û heta Xaneqînê. Herwiha reng dide li ser pêwendiyên dîplomasî û navdewletî.

Herwiha got: Di civînê de biryar hat dayîn roja 18ê Sibatê Parlemantoya Kurdistanê bicive û herwiha di heman rojê de jî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive.

Peyvdarê YNKê got: PDK û YNKê hewl didin pirsgirêkên Bexdayê jî bêne çareserkirin û parêzgarek ji bo Kerkûkê bê diyarkirin.

K24
Top