Iraq û Herêma Kurdistanê li ser Kerkûk û navçeyên nakok li hev kirin
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand, ku doh roja Dûşemê şandeke Wezareta Pêşmerge bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re civiya û bi wan re di derbarê hemahengiya li navçeyên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kir.
Cebar Yawer got, “ji bilî pêkanîna komîteyeke bilind a hevbeş a hemahengiyê di navbera herdu aliyan de, niha 5 komîteyên navçeyî jî di navbera Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê de têne sazkirin”.
Yawer diyar kir, ku “ew komîteyên navçeyî li Diyala, Selahedîn, Kerkûk, Mexmûr û rojava û rojhilatê Mûsilê têne avakirin”.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, biryar hatiye dan ku di hefteya bê de, komîteyên navçeyî dest bi civînên xwe bikin û biryarê li ser pêşeroja rewşa ewlehiyê ya navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê bidin.
Civîna navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê piştî wê yekê tê, ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hêj nehatiye asayîkirin.
Rudaw
