• Sunday, 15 February 2026
logo

Iraq û Herêma Kurdistanê li ser Kerkûk û navçeyên nakok li hev kirin

Gulan Media February 5, 2019 Nûçe
Iraq û Herêma Kurdistanê li ser Kerkûk û navçeyên nakok li hev kirin
Wezareta Berevanî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge li ser pêkanîna 5 komîteyan bo gotûbêjkirina dosyeya ewlekariya ya navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê rêkevtin kirin.



Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand, ku doh roja Dûşemê şandeke Wezareta Pêşmerge bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re civiya û bi wan re di derbarê hemahengiya li navçeyên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kir.



Cebar Yawer got, “ji bilî pêkanîna komîteyeke bilind a hevbeş a hemahengiyê di navbera herdu aliyan de, niha 5 komîteyên navçeyî jî di navbera Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê de têne sazkirin”.



Yawer diyar kir, ku “ew komîteyên navçeyî li Diyala, Selahedîn, Kerkûk, Mexmûr û rojava û rojhilatê Mûsilê têne avakirin”.



Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, biryar hatiye dan ku di hefteya bê de, komîteyên navçeyî dest bi civînên xwe bikin û biryarê li ser pêşeroja rewşa ewlehiyê ya navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê bidin.



Civîna navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê piştî wê yekê tê, ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hêj nehatiye asayîkirin.

Rudaw
Top