• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan: Ji derveyî Tirkiye, nabe herêma ewle bê danîn

Gulan Media February 5, 2019 Nûçe
Erdogan: Ji derveyî Tirkiye, nabe herêma ewle bê danîn
Serokomarê Tirkiyê dibêje, bi Sûriyê 911 kîlometre sînorê wan heye û take rêya ewlekariyê, dûrxistina gefan e. Çawa li Cûdî û Gabarê operasyonan dikin, pêwîst be dê heta Qendîlê jî, biçin.

Erdogan got, ew derveyî devera ewle ya di bin kontrola Tirkiyê de tu planek qebûl nakin û eger heta çend hefteyan YPG ji Minbicê neye derxistin, ew dê dest bicîhkirina planên xwe bikin û operasyon encam bidin.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê dibêje:

Digel têkoşîna siyasî û dîplomasî, amadekariyên me yên leşkerî jî berdewam dikin. Eger Amerîka sozên dan e bicîh neyîne, herêmê ji terorîstan paqij neke û piştevaniya herêma ewle ya di bin kontrola Tirkiyê de neke, em dê bixwe biryara xwe bidin. Bi Trump re hevdîtinên berhemdar hene, lê di warê leşkerî de tu planeke cîbicîker nîn e. Sebra me jî ne heta dawî ye,

Rojhelatê Feratê û Minbic mijarên me yên sereke ne. Divê herêma di bin kontrola Tirkiyê de be û welatên din tenê piştevaniya lojîstîkî bikin. Derveyî vê em tu planê qebûl nakin.

Eger heta çend hefteyan terorîst ji Minbicê neyên derxistin, dema rawestana me dawî dibe. Dîsa li Rojhelatê Feratê welatiyên navçeyê di nav çend mehan de bi piştevaniya Tirkiyê, rêveberiya xwe saz nekin, dema rawestana me dawî dibe. Ji bo ewlekariya welatê xwe em amade ne serî li hemû rêyan bidin. Ji bo vê em ji tu kesê moletê nagrin û hesabê jî nadin tu aliyê. Gefên dorpêçiyê jî di nav de, tu gefek nikare me ji vê rêyê bizivrîne.

K24
Top