Li Bexdayê hejmarek jinên karkerên seksê hatin girtin
Îro 05.01.2023yê çapemeniya Iraqê ragehand, şeva borî polîsê civakî yê Bexdayê bi hemahengiya li gel hêzên ewlehiya paytextê, helmetek li ser çend klûbên şevê yên Bexdayê encam da.
Li gor zanyariyan di wê helmetê de hejmarek keçên bin temenê 18 saliyê û hin jinên din bi tometa leşfiroşî û karkerên seksê bûne hatine girtin.
Tê gotin hin klûbên şevê yên Bexdayê derveyî bikaranîna keçên bin temenê 18 salî jî, ji ber moleta wan a karkirinê û binpê kirin û karên neyasayî yên din jî hatine tespît kirin.
Basnews
