HDP îşev “Nobeda Aştiyê” digre
Hevseroka HDP Perwîn Buldan di kombûna heftane ya partiya xwe de bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir, ko guh bide daxwazên Leyla Gûven. Ew dê li parlementoya Tirkiyê bibin dengê Leyla Gûven û ji bo wê heta sipêdeyê nobeda aştiyê bigirin.
Buldan got: “Ez ji vir bang li hikûmetê dikim. Guh bide dengê Leyla Gûven û siberoja hevpar tine nekin. Hêviya aştiyê venemirînin. Li ser vê bêhiquqiyê rijd nebin. Ji bo em bibin dengê Leyla Gûven, em dê ji îşev heta sipêdeyê li parlementoya Tirkiyê nobeda aştiyê bigrin”.
K24
