Şanda Almanyayê: Barzanî li Rojhilata Navîn cihê hêviyê ye
Îro Sêşemî 5ê Sibata 2019an, Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn û Konsula Almanya ya li Herêma Kurdistanê Barbara Wolf kir.
Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serok Barzanî di civînê de şanda Almanya balkişand li ser peywendiyên di navbera welatê xwe û Iraq û Kurdistanê tekezî li ser tekezî li ser berdewambûna alîkariyên di warê mirovî û vegerandina aramiyê bo herêmê kir.
Şanda Almanya herwiha ji bilî balkişandina pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ya ji bo welatê xwe, ev yekê jî destnîşan kir ku Serok Barzanî ji bo hemû gelê Kurd li navçeya Rojhilata Navîn cihê hêviyeke zêde ye.
Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat nirxandin.
Di beşekî din a civînê de derbarê rewşa Sûriye û paşaroja Kurd li wî welatî de Serok Barzanî nîgeraniyên xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye ji şanda Almanî re ragihand.
Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser wan keşûhewaya erênî ku li navbera herdu aliyan de hatiye holê, tekez li ser rêkarên siyasî û aştiyane û diyalogê ya li ser çareserkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir.
Rudaw
