• Sunday, 15 February 2026
logo

Desteya danûstandkar a opozîsyona Sûriyê: Pêşmergeyên Roj vedigerin

Gulan Media February 4, 2019 Nûçe
Desteya danûstandkar a opozîsyona Sûriyê: Pêşmergeyên Roj vedigerin
Berdevkê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, her çareseriyek di proseya pêşeroja Rojavayê Kurdistanê de hebe divê rola Pêşmergeyên Roj ku, baskê serbazî yê ENKSê tê de hebe.

Berdevkê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Yehya Êrîzî piştî ku, duh li gel Serok Barzanî hevdîtin pêkanîbûn îro di kongereyeke rojnamevanî de ragehand ku, şanda wan li gel Serok Barzanî behsa proseya siyasî ya pêşeroja Sûriyê û dûrxistina Rojhelata Navîn ji her çareseriyeke serbazî bê kirin.

Şanda Desteya Danustandinkarê Opozîsyona Sûriye bi serokatiya Dr. Nesir Herîrî Endamên Desteyê Îbrahîm Biro, Qasim Xetîb, Rûba Helbûş, Ebdulcebar Ikêdî û Hewas Egîd serdana Hewlêrê kiribûn.

Herwiha Berdevkê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê da zanîn ku, ew hewldidin çareseriya nakokiyên li navçeyê rûdidin çareser bikin ev yeke jî bi rêya pêkanîna desthilateke rasteînî j hemû pêkhateyan be.

Tekezî li ser hevkariya di navbera wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Basnews
Top