• Sunday, 15 February 2026
logo

Çavuşoglu: Van rojan ez dê seredana Bexda û Hewlêrê bikim

Gulan Media February 4, 2019 Nûçe
Çavuşoglu: Van rojan ez dê seredana Bexda û Hewlêrê bikim
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu di çarçoveya “Hevdîtinên Beyoglu” de beşdarî civînekê bû û ragihand: Van rojan ez dê seredana Bexda û Hewlêrê bikim.

Çavuşoglu destnîşankir, ku “Tirkiye giringiyek mezin dide pêwendiyên ligel Iraqê. Li Iraqê hukimet hatiye avakirin, lê di destpêka karên xwe de ne. Wekî Tirkiye me soza 5 milyar dolaran kredî da ye Iraqê. Ji van pereyan dê karsazên me mfayê werbigirin. Ev pere ji bo projeyên ku ew lidar dixin, dê bên bikar anîn.

Di van rojên pêşya me de, ez dê seredana Bexda û Hewlêrê bikim. Herweha em dê amadeyiyên seredana Serokomar a piştî hilbijartinan ji bo Iraqê bikin. Li Iraqê hîn jî metirsiyên terorê hene. Di vê derbarê de, ligel Civata Navneteweyî em dinav danûstandinan de ne”.


K24
Top