PDK: YNK têgeheştiye ku êdî nabe babetên Kerkûk, Bexda û Hewlêrê têkel yek bên kirin!
Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi piştrastî ve civîna dualî ya PDKê û YNKê du rojên pêş me de dê bê kirin. Li gor min civîn dê başbe, ji ber her du alî geheştin wê baweriyê ku divê banekî bê danîn bo ku parlamento rûniştinê pêkbîne û babetê zelal bike.’’
Herwaha aşkera kir: ‘’Biraderên YNKê geheştin wê baweriyê, ew jî nikarin êdî babeta Kerkûk, Bexda û Herêma Kurdistanê bi yek ve girêbidin. Ji bo PDKê jî ti pirsgirêkek tineye ku pirsgirêka Kerkûkê û Bexdayê bê zelal kirin, lê du tiştên cuda ne û pêwîste guftûgoya cuda li ser bê kirin.’’
Bi baweriya Bilind Îsmaîl, civîna vê carê civîneke giring dibe û ‘’li gor me pêşketina baş dê hebe.’’ Û got: ‘’Zihmete civîna sêalî ya PDK, YNK û Gorran vê heftiyê de bê kirin.’’
Herwaha diyar kir, Gorran û YNK daxwaza payeya cîgirê serokê hikûmetê dikin, lê cîgirê serokê herêm û serokatiya parlamentoyê û 4 wezîrên serekî û gelek wezaret û saziyên din heye, ji ber wê ‘’giringe niyet hebe, êdî pêkanîna hikûmetê nayê paşxistin. Zelal kirina payeyan jî karekî wisa ne zihmet e.’’
Basnews
