• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka kuştina nivîskarê Iraqî Ela Meşzûb mehkûm kir

Gulan Media February 4, 2019 Nûçe
Amerîka kuştina nivîskarê Iraqî Ela Meşzûb mehkûm kir
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê, kuştina nivîskarê Iraqî Ela Meşzûb şermezar kir û ragihand, ew nivîskar bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Nivîskarê şîe yê Iraqî Ela Meşzûb, pêr li bajarê Kerbela û li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hatibû û hatibû kuştin.

Wî nivîskarî, beriya ku were kuştin, rexne li şoreşa îslamî ya Îranê û Xumênî girtibû.

Li ser kuştina wî nivîskarê Iraqî, balyozxaneya Amerîka li Iraqê peyamek belav kir û ew rûdan mehkûm kir.

Di peyama balyozxaneya Amerîka de hatiye gotin ku Ela Meşzbû bê sebeb û bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Basnews
Top