• Sunday, 15 February 2026
logo

Aldar Xelîl: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Sûriyê re asayî bike

Gulan Media February 4, 2019 Nûçe
Aldar Xelîl: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Sûriyê re asayî bike
Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEMê, Aldar Xelîl îro li bajarê Amûdê di daxuyaniyekê de ragihand, bi cîbicîkirina rêkevtina Edenê, Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Sûriyê re asayî bike. Xelîl derbarê damzrandina navçeya aram de jî got, divê ew navçeya aram di jêr serpireştiya civaka navdewletî de be.



Îro li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, civîna hevdîtina Sûrî-Sûrî bi serpireştiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat lidarxistin, ku nûnerên pêkhateyên etnîkî û olî yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê têde beşdar bûn.



Serkirdeyê TEV-DEMê, Aldar Xelîl di vê hevdîtina Sûrî-Sûrî de axavtinek kir û ragihand, xuya bûye ku projeya wan a Netewa Demokratîk rast e û got, dê fikir û feslsefeya wan a Netewa Demokratîk nûneratiya Sûriyê bike.



Aldar Xelîl herwiha got, ku danûstandinên MSDê ligel Şamê bi ser neketin, lê hêvî kir, ku bê destêwerdana herêmî û navdewletî careke din danûstandin di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de dest pê bikin.





Aldar Xelîl eşkere kir, ku danûstandinên wan ligel hikûmeta Sûriyê ne girêdayî hebûna ti hêzekê di nav Sûriyê de ye û da zanîn, ew dixwazin çareseriyek ji rewşa Sûriyê re were dîtin.



Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEMê got: “Bi rastî jî Encûmena Sûriya Demokratîk şandên xwe, berî derdora 3 mehan bo Şamê rêkir, ji bo ku derbarê siberoja Sûriyê de danûstandinê ligel Şamê bike, ji bo projeya çareseriyê ku garantiya aramiyê bo hemû Sûriyê bidin, lê mixabin ev hewl berdewam nebûn, em hêvî dikin ku careke din ev hewl destpê bikin û em bigihîjin çareserekê û em naxwazin ti destêwerdaneke herêmî û navdewletî di derbarê vê ensyatîfê de hebe û ne girêdayî hebûna ti hêzeke din li Sûriyê ye”.



Aldar Xelîl amaje bi gefên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û got: “Metirsiya mezin jî gefa Tirkiyê li ser me hemûyan, lê em di derbarê dîtina çareseriyekê de paşde venegeriyan û me daxwaza pêşxistina çareseriya Sûrî-Sûrî kiriye û em hemû hewla diyalogê didin”.



Xelîl tekez kir, ew li pêş “qonaxeke hestiyar û metirsîdar” in, lê bi gotina wî, gelek hêvî jî di vê qonaxê de hene ku dibe bêne bicîkirin. Xelîl destwerdana dewletên din li herêmê û bi taybet jî li Sûriyê weke yek ji wan metirsiyan bi nav kir, ku navçe pê re rûbirû dimîne.



Aldar Xelîl amaje bi rêkevtina Edenê ya di navbera Tirkiyê û Sûriyê de jî kir, ku di wan demên dawiyê de û piştî serdana Serokomarê Tirkiyê bo Rûsyayê ketiye rojevê, û ragihand, Tirkiye dixwaze bi cîbicîkirina rêkevtina Edenê pêwnediyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re asayî bike.



Aldar Xelîl da xuyakirin, ku ew bi ti awayî rê bi cîbicîkirina rêkevtina Edenê nadin.



Li gor rêkevtina Edenê, Tirkiye bi hemahengiya li gel hikûmeta Sûriyê, dikare bo rûbirûbûna PKKê, bi qasî 5 kîlometran derbasî nav axa Sûriyê bibe.



Wî serkirdeyê TEV-DEMê herwiha behsa damezrandina “navçeya aram” li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê jî kir û ragihand, ku pêwîst e ew navçeya aram di jêr kontrol û serpireştiya civaka navdewletî de be.



Aldar Xelîl destnîşan kir, “divê xelkê herêmê bi xwe bakurê Sûriyê birêve bibe” û bi amajedan bi hewlên Tirkiyê bo encamdana êrîşan bo ser herêmê û damezrandina navçeya aram di jêr serpireştiya wê de, hewlên Enqerê weke “dagîrkarî” bi nav kir.

Rudaw
Top