• Sunday, 15 February 2026
logo

ENKS: Bo herêma ewle danûstendinên me dewam dikin

Gulan Media February 4, 2019 Nûçe
ENKS: Bo herêma ewle danûstendinên me dewam dikin
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê hevdîtinên Encûmenê, çalakî û danûsitandinên dawiyê bi aliyê siyasî, û gera wan li Herêma Kurdistanê nexasim hevdîtin bi serok Masûd Barzanî, û partiyên siyasî re belav kir.

ENKSê dii daxuyaniyê de aşkere kiriye Derbarê pirojeyên ku ji bo herêmên kurdî li Rojhilatê çemê Firatê bigştî têne pêşniyarkirin Encûmena Nştîmanê ya Kurdî di daxuyaniya xwe bal kişandiye ser wê yekê ku hîn dengvedanên wê pirojeyê û herêma ewleh ne xuya û zelal in, ji bo vê yekê Encûmen dê kar bi aliyên navdewletî û navnetewî re bike da ku despêşxeriyên ku gelê kurd û hemû pêkhateyên din tê de parestî bin û herêmek aram û ewleh dûr ji metersiyan li xwe bigre,

Lewma beşdarbûyên di civînê de dîtin ku divê her pirojeyek ji parastinê herêmê tê pişniyarkirin dibin siya parastina navdewletî de be, û rêveberiyek hevbeş leşkerî û siyasî li kêlek pêkhateyên din hebe tê de ENKSê rolek berz bilîze û rola hêzên pêşmergeyên roj bi ektîv di parastina gel û herêmên kurdî de hebe, serbarî gerantîkirina welatên cîran bi danîna têkilîyên baş li ser bingeheke rêz û hurmet .

Emîdariya Giştî ya ENKSê herwiha daye zabîn ku ku ta niha tu keşûbayek guncaw ji bo cîbicîkirina yekrêziya helwêsta kurdî nehatiye der ku vekerina nivîsgehan û radestkirina ji bo xwediyên wan, azadbûna karê siyasî, camewerî, serbestberdana girtiyên siyasî û tewandina wê doseyê herwiha rawestandina kiryarên bê ser û ber derheqê welatiyan û vegerandina mal û milkên wan, pêwîstiya seknandina nerîna xiyanetkirinê ji aliyê ragihandina PYDê û hin serkirdeyên wê di derheqê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û partiyên wê were kirin .

Ku ew kiryar tekezî li ser wê yekê dike ku PYDê bi danûsitandin û banga yekrêziya nav mala kurdî de ne rijd e û ew yek dihêle ku nelihevhatin çê bibe, û her diyalokek tê de xalên navbûrî neyên cîbicîkirin û bi gerantiyek navdewletî rêgirî li yekrêzî digre .

Di dawiya daxuyaniya xwe Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê tekezî li ser karê Encûmenê û ektîvkirinê di rêya hevdîtinan bi hemû aliyên civakî kir da ku helwêsteke hevbaş ji bo dûrxistina matirsiyên li ser herêmê û parestina pêkevjiyanê û pêşxistina ragihandina Encûmena li gor cihê wê yê siyasî û cemawerî were kirin .

Basnews

Top