• Sunday, 15 February 2026
logo

Rojnameya Şerqul Ewset: Amerîka û Tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê li hev kirin!

Gulan Media February 3, 2019 Nûçe
Rojnameya Şerqul Ewset: Amerîka û Tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê li hev kirin!
Tê gotin ku Amerîka û Tikriye li ser çêkirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê li hev kirine!

Rojnameya erebî ya Şerqul Ewset ragihandiye, Amerîka û Tirkiye li ser çêkirina herêma ewle li ser sînorê wî welatî û Sûriye-Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

Li gorî raporta Şerqul Ewsetê, kûrahiya wê herêmê dê derdora 32 km be û dirêjahiya wê jî seranserê sînorê Tirkiye û Sûriyê be, tenê serbazgeha Tenef, ku nêzîkî sînorê Iraq û Sûriyê ye, dê destê hêzên Amerîkî de bimîne.

Di raporta Şerqul Ewsetê de hatiye gotin ku Tirkiye naxwaze şervanên kurd li wê herêmê hebin, li hember vê yekê Tirkiye razî dibe pêşmergeyên Rojava, ku niha li Başûrê Kurdistanê ne, her wiha hêzên ereb yên di bin fermana serkirdeyê opozîsyona Sûriyê Ehmed Cerba de li wir bicîh bibin.

Ji aliyekî din tê gotin ku şandeka hikûmeta Tirkiyê dê roja 5 vê mehê serdana Amerîka bike û bi rayedarên Amerîkî re li ser çêkirina herêma ewle hevdîtin bike.

Li gorî wê rojnameya erebî, ew xalên ku tê texmînkirin Tirkiye û Amerîka li ser wan li hev bikin, ev in:

*Qedexekirina êrişên asimanî yên Tirkiyê li wê deverê

*Pêbendkirina Tirkiyê bi wê yekê ku ti êrişekî li dijî Rojavayê Kurdistanê neke

*Garantîkirina parastina kurdên wê deverê

Basnews
Top