• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye kir

Gulan Media February 3, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye kir
Roja şemî 02.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye kir ku ji Dr. Nesir Herîrî Serokê Deste û Endamên Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî helwestên Serok Barzanî ya li palpiştîkirin û xemxwariya rewş û jiyan û guzeraniya xelkê Sûriye li şer û qeyranên kûr ya salên derbasbûyî kir û ji bilî wê tekez li ser pêgeh û bandora Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan kir. Daxwaz jî kirin ku li serxistina wan hewlên ku ji bo çareserkirina qeyrana Sûriye û paşaroja Kurd li Sûriyê li holê dane, Serok Barzanî jî rola xwe hebe.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê helwesta welatên zilhêz û pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye û her wiha biryara paşvekêşiya hêzên Amerîka li wî welatî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hevkarî û hemahengiya hemû aliyek kirin ku giriftan li rêya siyasî û bi awayeke diyalog û hevdû têgihîştinê de bê çareser kirin. Her wiha ronahî jî xistin li ser rola aliyên siyasiyên Kurdên Sûriye ya ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna ji qeyranan.

waar.tv
Top