• Sunday, 15 February 2026
logo

STENBOL - HDP bi armanca piştgirîkirina greva birçîbûnê mitîngekê saz dike

Gulan Media February 3, 2019 Nûçe
STENBOL - HDP bi armanca piştgirîkirina greva birçîbûnê mitîngekê saz dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi mebesta ku balê bikişîne ser grevên birçîbûne û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan mitîngekê saz dike.



Peyamnerê Rûdawê li Stenbolê Rawîn Stêrk ragihand ku Rêxistina HDPê ya Stenbolê, îro Yekşemê (03.02.2019) seat 13.00 bi armanca balê bikişîne “tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan” û bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi sedan girtiyên Kurd bi tevlêbûna Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî mîtîngê pêk bîne.



Rawîn Stêrk da zanîn ku rêxaveriya Rêxistina HDPê ya Stenbolê berî 10 rojan serlêdana mitînga ku li Meydana Azadiyê ya navçeya Stenbolê bê lidarxistin kiribûn ew serlêdan ji aliyê parêzgeha Stenbolê ve hate qebûlkirin.



Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, Parlementera HDPê ya Colemergê û Hevseroka KCDê Leyla Guven jî dê bi rêya telefonê beşdarî wê mitînga HDPê bibe.

Rudaw
Top