Çavuşoglu ji bo “Herêma ewle” serdana Amerîka dike
Li gor rojnameya Cumhuriyetê, piştî Tirkiyê zanî ku Amerîka dixwaze herêma ewle bêyî Tirkiyê ava bike, Mewlûd Çawîşoglu û Sedat Onal di nava vê heftiyê de serdana Amerîka dikin. Çawîşoglu û Onal wê hewl didin Washingtonê razî bikin ku bi hev re herêma ewle ava bikin.
Roja 5'ê Sibatê jî Koma Xebatê ya Hevpar a navbera Tirkiye û Amerîka de dicive û Sedat Onal serokatiya şanda Tirkiyê dike. Li aliyê din jî Çavuşoglu dê 6'ê Sibatê tevlî civîna wezîrên derve yên endamên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê bibe.
K24
