• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsê asayişa Duhokê: Ti xwepêşanderek teslîmî Tirkiyê nehatiye kirin

Gulan Media February 3, 2019 Nûçe
Berpirsê asayişa Duhokê: Ti xwepêşanderek teslîmî Tirkiyê nehatiye kirin
Berpirsekî asayişa Kurdistanê dibêje, ew nûçeyên behsa teslîmkirina hinek xwepêşanderên rûdana nahiya Şêladizê ya Duhokê dikin, derew in.

Berpirsê asayişa parêzgeha Duhokê Bijar Koremarkî ji beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka re gotiye, ew kesên ku di xwepêşandana vê dawiyê ya nahiya Şêladizê de ji aliyê hêzên asayişê ve hatibûn girtin, radestî polîs hatine kirin û di bin lêpirsînê de ne.

Bijar Koremarkî her wiha gotiye, dixwasin li Duhokê jî xwepêşandanê bikin û ji rûdanên Şêladizê jî xirabtir bikin lê hêzên asayişê rê nedan wan û beşek ji wan hatin girtin. Çend kes ji wan kesên ku hatine girtin, endamên partiyeka siyasî ne ku ew partî li derveyî Herêma Kurdistanê ye. Ew tenê bo derxistina aloziyê derbasî Duhokê bibûn.

Wî berpirsê asayişa Kurdistanê li ser wan nûçeyên ku dibêjin çend kes ji wan xwepêşanderan teslîmî MÎTa Tirkiyê hatine kirin jî, gotiye, ew nûçe derew in ji ber ku ti dewlet û dezgeheka îstixbaratê nikare destê xwe bixe nav karên asayişê. Yên ku wan tiştan belav dikin, qesta wan alozkirina rewşê ye.

basnews
Top