Brezil: Hejmara kesên di bendava ku rûxiya da mirin derket 121an
Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkaya Latîn, li rojavayê başûrê welat li bajarê Brumadinhoya li ser eyaleta Minas Geraisê, hejmara kesên ku roja înê ji ber rûxîna bendava gemara madenê mirin, derket 121an, ji bo 226 kesên winda bên dîtin xebat dewam dikin.
Hat ragihandin nasnameya 93 kesên mirine hatiye eşkerekirin.
Ji ber xwepêşanên eqrebayên kesên wan di madenê da mirine 3 endezyarên Şirketa Vale SAyê ya ku bendavê dişixûlîne û du xebatkarên şirketa kontrolê ya Almanan hatibûn binçavkirin.
Ji ber rûxîna bendavê li bajarê Brumadinhoyê qasî 3 hezar kes hatibûn texliyekirin.
Li Brezilyayê dîsa di sala 2015an da li Marinaya girêdayî Minas Geraisê, bendava gemara madenekê ya Vale SA û şîrketa BHP Billiton a Awistralyayî rûxiyabû û 19 kes miribûn û bi sedan kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin.
Waar.tv
