• Sunday, 15 February 2026
logo

Biro: Opozîsyona Sûriyê rola Serok Barzanî bo çareseriya krîza Sûriyê girîng dibîne

Gulan Media February 3, 2019 Nûçe
Biro: Opozîsyona Sûriyê rola Serok Barzanî bo çareseriya krîza Sûriyê girîng dibîne
Endamê Komîteya Pêwendiyên Dervê yê ENKS û endamê şanda Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Ibrahim Biro beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser hevdîtina şanda opozîsyona Sûriyê bi Serok Barzanî ragihand, piştî biyara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bêhtir ji bo çareseriya krîza Sûriyê bi giştî û rojhilatê Firatê bi taybetî diyar dibe ji ber ku rojhilatê Firatê dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê.

Endamê şanda opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro got jî: Nerîna me wek ENKS û opozîsyona Sûriyê û ya Serok Barzanî ji bo çareseriya krîza Sûriyê nêzîkî hev in, ku şerek li rojhilatê Firatê rû nede, ji ber ku dê pêleke koçberiyê ya mezin çê bibe û dê wek Efrînê lê were. Karê tê kirin ew e berjewendiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê bê parastin, şer rû nede û hem jî xelkê wê rojhilatê Firatê îdare û parastina wê deverê bixwe bikin.

Herwiha got: Aliyê nakok di vê hevkêşeyê de û bi hemû aliyan re PYDê ye. Amerîka ji sala 2014an de hewl dide guhartinekê di PYDê bike, lê siyaseta PYD nehat guhartin, reng e piştî biryara vekişîna hêzên xwe, Amerîka karibe bi rengekî nû guhartinekê di PYDê de çê bike, yan jî wê ji deverê bidûr bixîne.

Li ser rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî Biro got: Herêma Kurdistanê xwedî ezmûneke dirêj a xebatê ye, ku di salên dûr û dirêj de tevî xebata li dijî rêjîma Iraqê, lê karî pêwendiyên baş bi gelê Iraqê re dane. Opozîsyona Sûriyê jî bi çavekî mezin li vê ezmûnê dinêre. Bi taybet ku opozîsyona Sûriyê dikare cihê xwe li Herêma Kurdistanê bibîne, lê wê yekê li Bexdayê nabîne. Herwiha opozîsyona Sûriyê dizane ku pêwendiyên xurt ên Serok Barzanî bi aliyên navdewletî re hene û dikare hevsengiyê bigire.

Li ser pirsa vegera Pêşmergeyên Roj, Biro got: Opozîsyona Sûrî dizane ku Pêşmergeyên Roj xelkê Sûrî ne û wek bingeheke leşkerî ji bo pêşeroja Sûriyê li Pêşmergeyan dinire. Bi taybet heger hêzên Amerîka vekişin, dê valahî çê bibe, lewra divê rêkftineke herêmî û navdewletî ji bo dagirtina rojhilatê Firatê hebe û roleke sereke ya Pêşmergeyên Roj ji bo parastina vê deverê hebe. Heta çareseriyek ji rewşa Sûriyê bi giştî re were dîtin, divê xelkê vê deverê bixwe herêmên xwe birêve bibe.

Li ser helwesta Rêveberiya Xweser, MSD, YPG û HSD ji vegera Pêşmergeyên Roj, Biro got: Rewşa Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê wiha namîne. PYD bi siyaseta xwe ya takalî di ber hemû şaşîtiyên çê bûne de berpirsyar e, ku karî di ecindeyên hemû welatan de kar bike, lê Kurd nebin hevparê wan û projeyeke Kurdî tune be.

Derbarê pêwendiyên MSDê bi aliyên navdewletî û rêjîma Sûriyê re, Biro got: Pêwendiyên wê bi Rûsya û Amerîka têkçûyî bûn. Rêveberiya Xweser, PYD û MSD dixwazin her tiştî radestî rêjîma Sûriyê bikin. Rûsya hinekî vê yekê dixwaze, lê Amerîka bi yekcarî wê yekê qebûl nake ku rêjîma Sûriyê û Îran derbasî rojhilatê Firatê bibin.

Derbarê nexşerêya ENKSê de Biro got: Kar û pêwendiyên ENKSê di wê çarçovê de ne ku rêveberiyek li rojhilatê Firatê ji xelkê wê deverê û ji hemû pêkhateyên wê çê bibe û di heman demê de gef û metirsiyên wê rêveberiyê li ser welatên derdorê tune be.

Li ser pêwendiyên ENKS û Tirkiyê, Biro got: Sînorekî dirêj a Kurdistana Sûriyê bi Tirkiyê re heye. ENKS ji destpêkê ve û bi aşkere dibêje, ti berjewendiya me wek Kurd li Sûriyê di şerê li hember Tirkiyê de tune ye, ya baştir ew e ku Tirkiye dost be ne dijmin be.

K24
Top