Li Hewlêrê kesekî xwe kuşt
Îro li taxa Hewlêr a Nû ya bajarê Hewlêrê kesekî xwe kuşt.
Çavkaniyekî ji polîs vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kesekî bi navê Mistefa Ehmed Xidir ê wekî Mistefa Bolî tê naskirin û dayîkbûyê sala 1967 û bazirganiya pare û dovîz dikir, ji ber di karê xwe de îflas û têkçûnê îro 02.01.2023yê li taxa Hewlêr a Nû xwe kuştiye.’’
Heman çavkaniyê ragehand, naha termê wî ji bijîşkê dadî yê Hewlêrê re hatiye şandin û derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.
Basnews
