• Sunday, 15 February 2026
logo

Davut Bagistanî li Mêrsînê hat girtin

Gulan Media February 2, 2019 Nûçe
Davut Bagistanî li Mêrsînê hat girtin
Davut Bagistanî digel 3 kesan li Tirkiyê li bajarê Mêrsînê hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ragihand, Asayîşa Mêrsînê agahdar bûye ku Davut Bagistanî bi nasnameyek sexte a bi navê “Canbulut Turgay” li bajarên Mêrsîn û Edeneyê ji bo PKKê kar û çalakiyên rêxistinî dikir.

Da zanîn jî: Davut Bagistanî ew kes e ku pêwendiya wî bi rêveberên PKKê re heye. Herwiha pêştir jî di navbera PKK û Îsraîl-Amerîkayê de bûye navbeyankar.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ragihand, Asayîşa Mêrsîn û Edeneyê di encama lêkolînan de agahdar bûne ku Davut Bagistanî li bajarokê Seyhanê ya bi ser Edeneyê xwe vedişêre û dijî wî operasyon kirine. Di encamê de Davut Bagistanî digel 3 kesan hatiye desteserkirin û lêpirsîna wan li Asayîşa Mêrsînê berdewam dike.

K24
Top