• Sunday, 15 February 2026
logo

Hemo: Amerîka û Tirkiyê li ser birêvebina herêma ewle lihev nekirin

Gulan Media February 2, 2019 Nûçe
Hemo: Amerîka û Tirkiyê li ser birêvebina herêma ewle lihev nekirin
Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) Abdulbaset Hemo beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser rewşa rojhilatê Firatê ragihand, piştî biryara Amerîka ya vekişandina hêza xwe ji Sûriyê Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyê ket tevliheviyeke mezin li ser Sûriye û gelê Kurd çê bike, ji ber krîza Sûriyê bê Amerîka nayê çareserkirin.

Herwiha got: Em bawer nakin Amerîka ji herêmê vekişe, ji ber ku projeya Amerîka li Sûriye, Iraq û Egganistanê projeyeke dirêj e û Amerîka Sûriyê di destê welatên ku niha destêwerdana Sûriyê kirine de bernade. Di vê derbarê de Encûmena Pîran Amerîkî ragihand, vekişîna hêzên wan ji Sûriyê dê ne bilez be. Herwiha hîna Metirsiyên DAIŞê li ser berjewendiyên Amerîka û Ewropa li navçê hene.

Li ser sînaryoyên avakirina herêma ewle Ebdilbasit Hemo got: Hîna ew pirs ne zelal e û Amerîka û Tirkiyê li ser birêvebina wê lihev nekirin. Avakirina wê hêrêmê dê bi lihevkirina Amerîka, welatên Ewropî, Rûsya û Tirkiyê be, lê divê bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî be. Ji ber ku krîza Sûriyê bûye krîzeke navdewletî.

Cîgirê Serokê û Nûnerê ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de got: Kurd ektereke girîng in di pirsa çareserkirina krîza Sûriyê de. Hêzên Navdewletî jî dibêjin divê Kurd û mafên gelê Kurd li Sûriyê bêne parastin, ne ku hêzek. Herwiha rola ENKS li ser asta dîplomasî, navdewletî, herêmî û opozîsyona Sûriyê de liber çav e.

Derbarê pêşeroja Sûriyê de got: Heşt sal in rêjîm û opozîsyonê li danûstandinên Cenêvê lihev nekirine. Krîza Sûriyê krîzeke navdewletî ye, dê li gor biryara navdewletî 2254 bê çareserkirin. Ne mumkin e rêjîmeke wek a Beşar Esed bimîne û herwiha plan heye Îranî li Sûriye û Iraqê bê lawazkirin.

Li ser rola welatên Erebî û Kendava Erebî got: Em geşbîn in rola welatên Kendava Erebî û Misr û Urdinê di krîza Sûriyê de hebe, ev welartên Erebî jî di çarçova welatên Rojava û Amerîka de role digirin.

Hemo amaje bi wê yekê kir: Ez bawer im Amerîka û Rûsya ser deverên xwedî hejmûn lihev kirine ku her welatek wê deverê li Sûriyê birêve bibe û li dawiyê li gor danûstandinên Cenêvê ku Sûriyayeke nenavendî û demokrat û tê de mafên hemû pêkhateyan parastî be bê çareserkirin.

K24
Top