• Sunday, 15 February 2026
logo

Polîtbîroyên PDKê û YNKê pêkanîna hikumeta nû gotûbêj dikin

Gulan Media February 2, 2019 Nûçe
Polîtbîroyên PDKê û YNKê pêkanîna hikumeta nû gotûbêj dikin
Tê çaverê kirin polîtbîroyên PDKê û YNKê li vê heftîyê bicivin û pêkanîna kabîneya hikumetê gotûbêj bikin.
Li gorî agahîyên WAARê polîtbîroyên PDKê û YNKê dê li naverasta vê heftîyê li baregehê polîtbîroya YNKê li Hewlêrê li dor pêkanîna hikumeta Herêma Kurdistanê û helsengandina karê lijneyên hevpişik bicivin.
Wiha biryar bû li destpêka heftîya borî polîtbîroyên PDKê û YNKê bicivin, lê civîn li ser daxwaza polîtbîroya YNKê hatibû paşxistin.
Di dawî civîna polîtbîroyên PDKê û YNKê de du lijneyên hevpişik bo nivîsîna bermaneyê hevpişikê hikumetê û rêkkeftineke nû li navbera PDKê û YNKê da hatibûn pêkanîn.

Waar.tv
Top