• Sunday, 15 February 2026
logo

Îlham Ehmed: Rayedarên Amerîkayê ji bo ku deverên me neyên dagîrkirin dixebitin

Gulan Media February 2, 2019 Nûçe
Îlham Ehmed: Rayedarên Amerîkayê ji bo ku deverên me neyên dagîrkirin dixebitin
Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed dibêje ku ti demek li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê nehatiye diyarkirin.



Îlham Ehmed ku çend roj berê li Waşintonê li gel rayedarên Amerîkayê çendîn hevdîtin pêk anîn, ragihandiye ku di civînan de qonaxa piştî vekişîna hêzên Amerîkayê hatiye gotûbêjkirin û destnîşan kiriye ku DAIŞ hêj gefeke cidî ye.



Derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê de Îlham Ehmed dibêje ku vekişîna hêzan dê pêk were, lê ji bo vê yekê ti dem nehatiye diyarkirin.



Hevseroka MSDê amaje bi wê yekê dike ku di civînan de behsa parastina sînoran hatiye kirin ji bo rê li ber pevçûnên li gel Tirkiyê were girtin û dibêje ku ew ramana çêkirina devereke aram ku ji aliyê Tirkiyê ve were cîbicîkirin, re dikin.



Çend roj berê medyayên Amerîkayê ragihandin ku îdareya Trump li gel welatên Ewropayê axiviye ji bo çêkirina devereke aram, li ser vê mijarê Îlham Ehmed dibêje: “Eger ev pêngav di bin çavdêriya navdewletî de were avêtin, em qebûl dikin.”



Îlham Ehmed herwiha behsa wê yekê dike ku ji bo Sûriye sînoran biparêze, divê di pêvajoyeke siyasî re derbas bibe ku têde îdareyek qebûl bike hemû desthilat di destê navendê de nebe, wê demê dikarin behsa parastina sînoran bi awayekî hevbeş bikin.



Lê belê weke Îlham Ehmed dibêje, îdareya Amerîkayê hêj ti garantiyeke yekalîker a ji bo parastina wan nedaye û dibêje: “Em li gel Rûsya û rejîma Esed di gotûbêjan de ne, eger li ser asayişa sînor em bi Tirkiyê re negihîjin jihevfêmkirinekê, wê demê em dê bijardeyên xwe binirxînin.”



Hevseroka MSDê bersiva Serokê Amerîkayê dide ku Kurdan bi firotina petrolê ji Îranê re tohmetbar kiriye û dibêje: “Em bazirganiya petrolê bi Îranê re nakin, bazirganiya me ya navxweyî heye û ji bo bikaranîna navxweyî ye.”



Îlham Ehmed herwiha eşkere dike ku ji bo lihevkirina bi Enqerê re dixebitin û dibêje ku hêj ne diyar e gelo dê li ser vê yekê bi ser bikevin an na.

Rudaw
Top