• Sunday, 15 February 2026
logo

Li ser Kerkûkê fraksyona PDKê bersiva Ebadî da

Gulan Media February 1, 2019 Nûçe
Li ser Kerkûkê fraksyona PDKê bersiva Ebadî da
Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê ya li parlamentoya Iraqê daxuyaniyên serokwezîrê berê yê Iraqê, Heyder Ebadî yên derbarê Kerkûkê de red kir û ragihand: “Armanc ji wan daxuyaniyan, alozkirina rewşa siyasî ya erênî li Iraqê ye”.



Fraksyona PDKê di daxuyaniya xwe de ku roja pêncşembiyê belav kiriye, dibêje ku “hewlên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhemên serdana serok Barzanî û hevdîtinên wî yên li gel serkirdeyên siyasî yên Bexdayê ne”.



Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ew hewl siyaseteke nû û bi berpirsyar li hember pêkhateyên gelê Iraqê bi giştî û Kerkûk û navçeyên nakok bi taybetî û ji bo misogerkirina ewlehî û seqamgîriyê bi hêzeke hevbeş, nîşan didin”.



Di derbarê wê hêza hevbeş de jî, di daxuyaniya Fraksyona PDKê de hatiye gotin: “wê hêza hevbeş, pêkve di şikestdana terorê û parastina pêkhateyên gelê Iraqê ji hovîtiya terora DAIŞê de rol dîtin”, û tekezî li ser “rêvebirina wan navçeyan ji aliyên pêkhateyên wan deran dike”.



Fraksyona PDKê tekezî li ser wê yekê jî dike, ku “rewşa siyasî ya niha alîkar e ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên din li gor maddeya 140 a destûra Iraqê û pêşwaziyeke navdewletî heye bo sepandina ewlehî û seqamgîriyê li wan navçeyan bi hebûna hêzeke hevbeş”.



Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev nerîna siyasî ya biberpirsyar, tekezkirin e li ser dawîanîna mîlîtarîzekirina Kerkûkê, ku encama rêkar û siyaseta şaş a hikûmet berê ya Iraqê ye û bi wê yekê zêdegavî li ser destûra Iraqê kir û hêzên çekdar ên Iraqê di nakokiyên siyasî de bi kar anî”.





Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Nesir li parlamentoya Iraqê, Heyder Ebadî çend roj berî niha di hevdîtineke li gel Cîgirê Serokê Eniya Tirkmenî, Hesen Turan de li ser Kerkûkê axivîbû û gotibû: “Seqamgîriya Kerkûkê, garantî ye bo ewlehiya Iraqê”.



Ebadî herwiha dabû xuyakirin: “Ew rê nadin ti rêkevtinek li ser hesabê ewlehî û seqamgîriya Kerkûkê were kirin”.

Rudaw
Top