Li ser Kerkûkê fraksyona PDKê bersiva Ebadî da
Fraksyona PDKê di daxuyaniya xwe de ku roja pêncşembiyê belav kiriye, dibêje ku “hewlên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhemên serdana serok Barzanî û hevdîtinên wî yên li gel serkirdeyên siyasî yên Bexdayê ne”.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ew hewl siyaseteke nû û bi berpirsyar li hember pêkhateyên gelê Iraqê bi giştî û Kerkûk û navçeyên nakok bi taybetî û ji bo misogerkirina ewlehî û seqamgîriyê bi hêzeke hevbeş, nîşan didin”.
Di derbarê wê hêza hevbeş de jî, di daxuyaniya Fraksyona PDKê de hatiye gotin: “wê hêza hevbeş, pêkve di şikestdana terorê û parastina pêkhateyên gelê Iraqê ji hovîtiya terora DAIŞê de rol dîtin”, û tekezî li ser “rêvebirina wan navçeyan ji aliyên pêkhateyên wan deran dike”.
Fraksyona PDKê tekezî li ser wê yekê jî dike, ku “rewşa siyasî ya niha alîkar e ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên din li gor maddeya 140 a destûra Iraqê û pêşwaziyeke navdewletî heye bo sepandina ewlehî û seqamgîriyê li wan navçeyan bi hebûna hêzeke hevbeş”.
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev nerîna siyasî ya biberpirsyar, tekezkirin e li ser dawîanîna mîlîtarîzekirina Kerkûkê, ku encama rêkar û siyaseta şaş a hikûmet berê ya Iraqê ye û bi wê yekê zêdegavî li ser destûra Iraqê kir û hêzên çekdar ên Iraqê di nakokiyên siyasî de bi kar anî”.
Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Nesir li parlamentoya Iraqê, Heyder Ebadî çend roj berî niha di hevdîtineke li gel Cîgirê Serokê Eniya Tirkmenî, Hesen Turan de li ser Kerkûkê axivîbû û gotibû: “Seqamgîriya Kerkûkê, garantî ye bo ewlehiya Iraqê”.
Ebadî herwiha dabû xuyakirin: “Ew rê nadin ti rêkevtinek li ser hesabê ewlehî û seqamgîriya Kerkûkê were kirin”.
Rudaw
